Piştî êrişên DYE'yê Îranê li welatên Kendavê xist
Îranê ragihand ku piştî êrişên hewayî yên dawî yên DYE'yê wan bi droneyan li hedefên leşkerî yên Emerîkî yên li Urdun; Kûweyt û Bahreynê xistine.
Îranê ragihand ku piştî êrişên hewayî yên dawî yên DYE'yê wan bi droneyan li hedefên leşkerî yên Emerîkî yên li Urdun; Kûweyt û Bahreynê xistine.
Televîzyona dewletê ya Îranê ragihand ku artêşa Îranê weke bersiva li êrişên dawî yên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE), bi droneyan êriş biriye ser hedefên leşkerî yên Emerîkî yên li Urdun, Kûweyt û Bahreynê.
Li gorî nûçeyê li Kûweytê sîstemên radarê yên li Baregeha Hewayî ya Ali el-Salem a li Kûweytê, sîstema parastina hewayî ya Patriot û depoyên sotemeniyê, her wiha li Baregeha Hewayî ya Şêx Îsa ya li Bahreynê navendên leşkerî yên DYE'yê bûn hedef. Îranê diyar kir ku li nuqteyên leşkerî yên Emerîkî yên li Urdunê jî xistiye.
Artêşa Urdunê diyar kir ku 8 fuzeyên ji aliyê Îranê ve hatin avêtin ji aliyê sîstema parastina hewayî ve hatin bêbandorkirin û di bûyerê de tiştek bi kesî nehat.
DYE'yê roja Çarşemê jî êriş bir ser baregeheke leşkerî ya li nêzî bajarê Îranşahr ê li başûrrojhilatê Îranê. Artêşa Îranê diyar kir ku di êrişê de 13 fuze hatin bikaranîn û di encamê de 7 leşkeran jiyana xwe ji dest dan.
JI PAKISTANÊ BANGA JI BO MUZAKEREYÊ
Li ser zêdebûna şerê li herêmê fikar mezin dibin. Wezareta Karên Derve ya Pakistanê bang li aliyan kir ku tundiyê bisekinînin û jinûve li muzakereyan vegerin.